المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Dihok.. PDK_Sê beşdarî di merasîmên bixakspartina stranbêjê kurd Ebdulqadir Silêman kir …

0 175

Îro roja duşemê 4ê Êlûna 2023an, şandeke partiya Demoqrata kurdistan_Sûriya ,beşdarî merasîmên bixakspartina hunermendê kurd Ebdulqadir Silêman kir ..

 

Tê zanîn ku hunermendê kurd “Ebduldaqir Silêman li nexweşxaneya Azadî li Duhokê koça dawî kir ..

 

Hunermend Ebdulqadir Silêman, ji bajarê Qamişlo yê Rojavayî kurdistanê bû,di sala 1969 an de, bi dest karê stranbêjiyê kir û bi deng û hestên xwe û saz û tenbûra xwe û bi gotina stranên netewayî û evînî di nav kurdan de dihate naskirin û herwiha beşdarî di gelek şahiyan û dawetan li Rojavayî kurdistanê kiriye..

 

Û Stranbêjê kurd Ebdulqadir Silêman di sala 2011an de, piştî şerê Sûriyê destpêkir ew koçberî bajarê Duhokê yê Herêma kurdistanê bû ..

 

Û îro roja duşemê 4ê Êlûna 2023an, ji sedema nexweşiyê li nexweşxaneyeke bajarê Duhokê çû ber dilovaniya xwedê û li goristana Şaxikê bixakê hate spartin..

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.