Roja yeşemê 3ê Êlûna 2023an,komîteya rêveberiyê ya Yekîtiya Nivîskarên kurdistan _Sûriya ,li bajarê Qamişlo civîna xwe li darxist..
Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir ..
Û herwiha di civînê de çend biryar hatin standin ew jî ev in:
_Nivîskar Ebdulhekîm Mihemed wekî serokê yekîtiya Nivîskarên kurdistan Sûriya hate hilbijartin..
_Nivîskar Ebdulsemed Mehmûd wekî cîgirê serok hate hilbijartin..
_Avakirina komîteyên rêxistinî.
_Li darxistina konfiransa şaxên yekîtiyê ..
_Çawaniya pêşxistina karê yekîtiyê di hemû warên çand û rewşenbîrî de ..
Û hêjaya were gotin ku di 29ê Tîrmeha 2023an, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya ,li Hola Efrîn li bajarê Qamişlo kongirê xwe yê sêyemîn li darxist…
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî
_