Şaxê şamê ya Yekîtiya xwendevan û ciwanên Demoqratî kurdistanî -Rojava , hejmarek xwendekar xelatkirin..
Roja înê 1ê Êlûna 2023an, YXCDKR, hejmarek ji xwendekarê serkeftî yên pola 12an ,bi herdu beşên xwe yên wêjayî û zanistî xelatkirin, û pîrozbahiyeke germ arasteyî hemû xwendekaran pêşkêşkirin û hêviya pêşerojeke geş ji wan re xwestin.
Û hêjaya were gotin ku Yekîtiya Xwendevan û ciwanan rêxistineke niştîmanî û Demoqratî ye, piştgirî û piştevaniya ciwanan dike ji bo xwestek û dozên wan cîbicîbikin û parastina mafên wan di hemû waran de jî bike, û Yekîtî bi karekî kurdewarî radibe di xizmeta mafê Xwendevan û ciwanan de di warê siyasî û çandî û çivakî de ,û herwiha di warê belavkirina çand û hişmendî ji bo raman û hizra netewayî di nav ciwanan de geştir bike….
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî