Thursday, August 28, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

Vekirina Dibistanan û pêşerojeke winda…

September 2, 2023
in Uncategorized
0
0
PARVEKIRIN
272
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Di 4ê Êlûna 2023an, sala xwendinê ya Nû 2023_2024 li seranserî Sûriyê destpêdike û dibistan têne vekirin, û êdî pêwîstiya şagirtan bi kirîna hemû pêdeviyên dibistanê heye ..

Û bi nêzîkbûna vekirina deriyên dibisatanê li Sûriyê bi giştî ,bargiraniyên giran her ku diçe girantir dibin ser malbatên Sûriyê ji bo bilindbûna nirxê kelûpelan di nav wan de xwestek û pêdeviyên dibistanê wek Pirtûk,Çente,û Çilûberg …

Û herwiha di derbarî mijara vekirina dibistanan nerînên hemwelatiyan bajarê Qamişlo şhopand:

Welatiyek bi navê ” Hesen” wiha anî ziman: Rewşa aborî bandoreke neyînî li ser jiyana hemwelatiyan ya rojana dike û dibe sedeme hejariyê li kurdistana Sûriyê û Nexasim di werzê xwendinê de ku her sal rêjaya şagirt û xwendekaran kêm dibe û piroseya xwendinê têk diçe ji ber di vê rewşa awarte de xelk nikarin pêdeviyên gerek ên taybet bi dibistanê ji zarokên xwe re peydabikin de ku gelek welatî xwedan rewşeke aborî hejarin û kêm dirav in, û ji hemû firoşkaran re dixwazin alîkarbin bi hemû xwendekaran re …

Û herwiha tê zanîn ku li kurdistana Sûriyê taybet li Herêmên kurdî Du rêbazên xwendinê têne dayîn,yek ji wan rêbaza xwendinê ya bi ser rêjîma Sûriyê ve ye ,û rêbaza xwendinê ya rêveberiya xweser ya bi ser PYDê ve , ku heta niha tû danpêdaneke fermî ne navdewletî û ne ji herêmî bi rêbazên xwendinê ya rêvebiriya xweser nehatiya kirin li kurdistana Sûriyê , ji ber vê yekê gelek malbatên xwendekaran neçarin zarokên xwe di dibistan û peymangehên taybet de tomarbikin yên ku rêbazên hikûmeta Sûriyê li wan têne xwendin..

Û her di çarçoveya vekirina dibistanan ji aliyê xwe ve mamsteyek dibistanê wiha got: Sala xwendinê ya nû li hemû şagirt,malbat û mamosteyan pîroz dikim ,û herwisa ji rexekî din ve amaje bi wê yekê kir ku Dabînkirina pêdeyiyên zarokan ji bo sala xwendinê bûye yek ji pirsgirêkên nû yên ku rûbirûyê malbatan dibin ji ber buhayên bilind ên kelûpelan ku ev yek vedgera sedema têkçûna berdewam a lêreya Sûrî li hember dolarên Emerîkî,û herwiha bi vî awayî ev yek dihêla bar ser milê malbatên hejar giran bibe taybet di vê rewşa aloz û metirsîdar de ,û di demekê de ku perwerde mijareke bingehîna di vê were parastin ji bo misogerkirina şagirtan û avakirina nifşekî azad û pêşarojeke geş…

Û hêjaya were gotin ku li gorî raporta salane ya wezareta perwerdeya Sûriyê û xişta sala 2023-2024an hatî destnîşankirin, ku dibistan li seranserî Sûriyê ji pola 1 ê ta 12an, dest bi sala nû bikin di 4ê Êlûnê de ,ku dibistan bi rengekî fermî wê vebin..

Ragihandina ENKSê
Qamişlo: Hêvî Delî

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

LI KORBENDA ÇAKSAZÎ Û GUHERTINÊ XELEKEK GENGEŞEYÊ HATIBÛ LIDARXISTIN.

Nivîsa Paşîn

Serok Barzanî Baca rijandina xwîna kurdan gelekî mezine..

Nivîsa Paşîn
Serok Barzanî Baca rijandina xwîna kurdan gelekî mezine..

Serok Barzanî Baca rijandina xwîna kurdan gelekî mezine..

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne