Wednesday, August 27, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

CIWANÊN ŞOREŞGER DU ZAROKÊN JI REQA Û HELEBÊ REVANDIN.

July 16, 2023
in Uncategorized
0
0
PARVEKIRIN
243
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Rêxistina Ciwanên Şoreşger ên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) du zarok revandin, li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel de, ya yekem ji Helebê, û yê din ji Reqa, bi armanc ku wan di nav refên partiyê de werbigirin.

 

Tora Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku Rêxistina Ciwanên Şoreşger di 12.u2023an de zarokê temen biçûk bi navê Hisên Hesen El-Sayer, 16 salî, ji bajarê Reqayê revand, bêyî ku agahiyek din derbarê rewşê ya revandinê de bide.

 

 

Li taxa Şêx Meqsûd a girêdayî parêzgeha Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, endamên Ciwanên Şoreşger di 10.7.2023an de zarokê biçûk Hemze Nîdal Mihemed (16 salî) revand, zarok ji bajarê Dîrsiwanê yê Efrînê ye û ligel malbata xwe li bajarê Efrînê dijî. taxa Şêx Meqsûd.

 

 

Tora Resid di raporekê de ragihandiye, ku malbata wî zarokî bêyî têkbirina hewlên xwe bo zanîna çarenivîsa kurê xwe yê biçûk serdana ofîsên Yekîtiya Demokrat kirine û di heman demê de amaje bi wê yekê kirine ku bavê wî tûşî kirîza pizîşkî bûye.

 

 

Toreyê tekez kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk hîn binpêkirinên xwe yên li dijî sivîl û zarokan li deverên jêr kontrola xwe berdewam dikin, û zarokan digrin û diavêjin kampên tecnîdkirina zarokan.

 

 

Wek tê zanîn Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî di sala 2019an de bi nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan û şerê çekdarî Vîrgîniya Gamba re planeke pabendbûnê îmze kir ku dawî li leşkerkirina zarokên di bin 18 saliyê de bigire û nehêle leşkerkirina zarokên di bin temenê 18 salî de were bikaranîn.

 

 

Li gorî çavdêriyan Rêxistina Ciwanên Şoreşger armanc dike ku zarokên biçûk birevîne, li gorî berjewendiyên PKKê mejiyê zarokan bişon, wan ji aliyê leşkerî ve bike nav refên partiyê.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah.

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya kurdî li Sûriya serdana nivîsgeha PDK-Sê li Girkê Legê kir..

Nivîsa Paşîn

Encamên ezmûnên asta pola 12an derket…

Nivîsa Paşîn
Encamên ezmûnên asta pola 12an derket…

Encamên ezmûnên asta pola 12an derket...

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne