Tuesday, August 26, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

Bilînken: Têkiliyên bi Erebistana Siûdî re stratejîk in û em ji Rojhilata Navîn dernakevin.

June 10, 2023
in Uncategorized
0
0
PARVEKIRIN
217
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Wezîrê Derve yê Amerîka Antûnî Bilînken tekezî li ser “hevkariya” ligel Erebistana Siûdî kir û pêwendiyan weke “stratejîk” bi nav kir. Û piştî tekezî li ser wê yekê ku “Waşinton ji Rojhilata Navîn dernakeve”, wî got ku rêkeftina Siûdî-Îranê ya bi sponseriya Çînê, “tiştekî baş e” eger bibe sedema kêmkirina aloziyan.

Gotinên Bilînken di hevpeyvînekê de ligel kanala El-Şerq, li kêleka serdana wî bo Erebistana Siûdî, ku roja sêşemê dest pê kir û heta (pêncşemê) berdewam kir.

Û Wezîrê Derve yê Amerîka di hevpeyvînê de amaje bi wê yekê kir ku “bingeheke bihêz ji bo peywendiyan” di navbera Amerîka û Erebistana Siûdî de heye û da zanîn ku her du alî bi hev re kar dikin “ji bo piştgiriya berjewendiyên hevbeş ên her du gelên me, û ji vê helwestê. Têkiliya bi Erebîstana Siûdî re têkiliyeke stratejîk e.” Wî got, “Derfetên rast hene ku em li ser dixebitin ji bo hevkariya di navbera her du welatên me de ji bo rûbirûbûna çend kêşeyên ku ne tenê gelên me, lê her weha gelên li seranserê cîhanê eleqedar dikin. Ji ewlehiya tenduristiyê bigire heya ewlehiya avhewa, ewlehiya enerjiyê û ewlehiya xwarinê, û her weha derbasbûna enerjiya paqij, em bi hev re li ser teknolojiyên nûjen dixebitin.

 

Herwiha derbarê siyaseta Waşintonê ya li Sûriyê de, Bilînken got, tiştê ku serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed kir û ya ku wî anî serê welat û gelê xwe, karesatek e û wiha got: “Ez xemgîn im; Ji ber ku me nikarîbû ji bo rawestandina kuştinê, qirkirina gelê Sûriyê û binpêkirinên ku li ser wan tên kirin, zêdetir bikin; Ji ber vê yekê ev tiştek e ku ez li ser hestên xurt hene.”

 

Wî tekez kir ku “siyaseta me hîn jî ew e ku em dixwazin biryarên Encûmena Ewlekariyê (2024) yên girêdayî Sûriyê cîbicî bikin, daku veguheztineke siyasî ya rasteqîn pêk were ku maf û daxwazên gelê Sûriyê nîşan dide.” Wî berdewam kir, “Em dixwazin bigihin zindan û navendên binçavkirinê, em berpirsiyariyê ji tiştên ku bi deh û sed hezaran hatine serê wan dixwazin, û bê guman em dixwazin bibînin ku Sûriyê gavên berpirsiyar bavêje ji bo bidawîkirina bazirganiya (Captagon).”

 

 

Û gelo Amerîka dixwaze bi zêdebûna bandora Rûsya û Çînê ji Rojhilata Navîn derkeve yan na?

 

Bilînken got, “Ez difikirim ku hebûna min a sê rojên dawî li vir nîşan dide ku bê guman em naçin.”

 

Serok Baydin par li vir bû (di Tîrmehê de seredana Erebistana Siûdî kiribû), û wî bi Encumena Hevkariya Kendavê û welatên din re civiya. Em bi hevkarên li herêmê re berdewam dixebitin.

 

Wî zêde kir, “Tiştê ku ez hema hema di hemî danûstandinên xwe de dibihîzim ev e ku Dewletên Yekbûyî hevkarê jimare (1) yê bijarte dimîne.”

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Yekem karwanê Heciyên Kurdistanê bi rêya bejahî ber bi Erebistana Siûdî bi rê ket

Nivîsa Paşîn

Salvegera 7emîn a şehadeta Pêşmerge Qehreman Iskan..

Nivîsa Paşîn
Salvegera 7emîn a şehadeta Pêşmerge Qehreman Iskan..

Salvegera 7emîn a şehadeta Pêşmerge Qehreman Iskan..

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne