Encûmena xwecihî ya bajarê Çilaxa ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî lidarxistin û ev yek bi amadebûna piraniya endaman..
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng rawestiyan ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê Kurdistanê hatin gengeşekirin…
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî û bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve ji aliyê serokê xwecihiyê M,Mihemed Şerîf Birhik ve hate xwendin û gotûbêjkirin…
Û herwiha di civînê de beşdaran rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî gotûbêjkirin..
Û beşdaran di civînê tekezî li ser çawaniya pêşxistina karê Encûmenê di rojên pê de behiskirin..
Di derbarê vê civînê de ser girtina dergehê Sêmalka ” Pêşxabûr ” behiskirin û ji rexekî din ve derbarî mijara rewşa aborî û zehmetiyên ku milet têde derbas dibin li kurdistana Sûriyê de anîn ziman…
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî