المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Wezareta Derve ya Amerîka… Em ê bi rejîma Esed re têkiliyên xwe asayî nekin, ne jî piştgiriya kesên din dikin ku vê yekê bikin

0 72

Wezareta Derve ya Amerîka di roja Çarşemê 17.5.2023an de,got ku ew welatê me, peywendîyên xwe bi rejîma Esed re asayî neke û piştgirîya kesên din jî neke.

Wê her wiha got, “Ji ber ku Amerîka di wê baweriyê de ye ku Sûriye heq dike ku vegere Yekîtiya Ereban û ev xal bi hevkarên herêmî re hatiye gotûbêjkirin.”

Roja Sêşemê, 16ê Gulanê, Komîteya Pêwendiyên Derve li Encûmena Nûnerên Amerîka, proje yasaya rûbirûbûna asayîbûnê ligel rêjîma Sûriyê pesend kir, piştî ku ji aliyê (Hevpeymaniya Amerîkî bo Sûriyê) ve hatibû pêşniyarkirin.

Hevbendiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Komîteya Pêwendiyên Derve li Encûmena Nûnerên Amerîka, pirojeyasaya rûbirûbûna asayîkirina bi rêjîma Esed re ji bo sala 2023an pesend kir, piştî çend rojan ji pêşkêşkirina wê.

Got jî: “Pêşnûme bi erêkirina piraniya endamên Encûmenê derbas bû, di heman demê de tenê endamekî dengê na da, li hember rêgezên prosedurê, ne metna qanûnê.”

Û proje yasa piştî wergirtina erêkirina Komîteya Pêwendiyên Derve, ji bo dengdanê bo Civata Nûneran tê şandin, û paşê, eger hat pesendkirin, ji bo pesendkirinê ji Senatoyê re tê şandin, û di dawiyê de ji ofîsa serok Jo Bayiden re tê şandin bo îmze bikin û bi bandor bibin.

Li gorî daxuyaniyê, “Danûstandin di navbera aliyên Demokrat û Komarî de hatin kirin, ji bo gihîştina formulek ji hevtêgihîştinê ku bingeha piştevaniya ji bo pêşnûmeya qanûnê li Kongreyê berfirehtir bike, û danûstandin heta saetên derengî şevê berdewam bûn. bêyî ku di dawiya hefteyê de jî raweste.”

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.