Monday, August 25, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

Salvegera 3 emîn li ser koçbarkirina hunermendê kurd Pêşmerge ” Seyîd Gabarî

May 2, 2023
in Uncategorized
0
0
PARVEKIRIN
226
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Wek tê zanîn ku hunermend ” Seyîd Gabarî ” di 4ê gulana “2020”an, li nexweşxaneya Serdem li bajarê Hewlêrê çû ber dilovaniya xwedê, û li goristana Mela Omer li Hewlêrê hat bi xak spartin.

 

Yek ji stranên herî navdar yê hunermend ” Seyîd Gabarî ” Ey bilbilê dilşad “.

 

_ Ey bilbilê dilşad hela wer bike fîxan.

 

_ Derdê me girane ey bira birîna me kûre.

 

_ Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can.

 

_ Dengê te ye xweştir ji ney û ney û bilûre.

 

Û herwiha derbarî kar û xebat û Jiyana hunermend kurd Pêşmerge ” Seyîd Gabarî “….

 

Hunermendê kurd ” Seyîd Gabarî”Ku ji dayîkbûna sala “1956 ” li gundê “Xirab Kejê ” yê bi ser bajarê Amûdê yê kurdistana Sûriyê , û li Gundê Girzîn dest bi karê Hunerî kir , û herwiha Seîd Gabarî yek ji hunermendê naskirî bû di nav kurdan de û bi nivîsandina û gotina stranan bi deng û awazên xwe gelek stranên wî navdar bûn û hunermend Gabarî bû xwedan dîrokeke dewlemend di dibistana hunera kurdî de.

 

Û yek ji stranên wî ev bû :

_Evîn êş e, evîn jan e

 

_Evîn azar û kovan e

 

_Evîn wek penceşêran e

_Xwe berda nav dil û can e.

 

Û herwiha ji rexekî dî ve hunermendê navdar “Seîd Gabarî”, di zaroktiya xwe de bi temenê ” Heşt” salî bi dayîka xwe re bi dest Karê stranan kir. .

 

Û herwiha bi temenê “Deh” salî de, di sala” 1969″ li Qamişlo yekem Strana xwe tomar kir.

hunermend” Gabarî ” bi gotina stranên şoreşgerî û netewî ,û bi stranên evînî û gelêrî jî navê wî li deverê û li cîhanê hatiya tomar kirin.

 

Hunermendê kurd di dibistana hunera kurdî xizmet di werê netewayî û ziman û stranan de jiyana xwe derbas dikir.

 

Û herwiha hunermend “Seîd Gabarî”, hunermendekî nêzîkî gelek helbestvan û stranbêjan bû weku Seydayê Tîrêj, Cegerxwîn, gelek helbestên wan kirina stran yek ji wan strana gelekî naskirî bi dengê xwe yên zelal strand “Bilbilê Dilşad ” ku Seydayê Tîrêj nivîsand bû.

 

Û gelek berhemên wî hatine tomarkirin û ji vê yekê hunermend ” Seyîd Gabarî ” bo xwedan dîrokeke dewlemend di hunera kurdî de û di nivîsandin û gotina stranan bi deng û awazên xwe, yê ku her dem di dilê me de zindî bimîne.

 

Û herwiha ji rexekî dî ve hunermend “Gabarî”, bi niştîmanperwerî û stranên xwe yên neteweyî gelek caran ji aliyê dewleta Sûriyê ve gelek caran di hat bin çavkirin, û ev yek bo sedema ku berê xwe bide Başûrê Kurdistanê,

lê ev yek nabû kelem li pêşiya Hunermend” Seîd Gabarî “, ku rê li ber karê û xebata wî yê hunerî bi gire.

 

Û herwiha Hunermendê navdar “Seîd Gabarî ” di civaka kurdî de bi hestên stranên xwe yê netewayî û welatparêzî êş û derdê miletê kurd ji cîhanê re diyar dikir.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

MIQDAD JI BO BEŞDARBÛNA CIVÎNA WEZÎRÊN DERVE YÊN LI SER SÛRIYÊ GIHÎŞT EMANÊ.

Nivîsa Paşîn

Qamişlo ..Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana-Sûriya semînarek li darxist…

Nivîsa Paşîn
Qamişlo ..Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana-Sûriya semînarek li darxist…

Qamişlo ..Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana-Sûriya semînarek li darxist...

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne