المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PDK-Sê serdana mezara nemiran li devera Barzan kir…

0 163

Roja înê 10ê Adara 2023an, Şandek ji serkirdayatiya partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, serdana mezara nemiran “Mela Mustefa Û Idrîs Barzanî ,li devera Barzan kirin..

 

Û herwiha ev şanda PDK-Sê ,pêk hat  ji endamên komîteya navendî ,Dr.Ehmed Melek, Mihemed Şêrîn Mihemed Emîn, Omer Koçerî, û endamên komîteya herêmî…..

 

Û di derbarê vê serdanê de Dr, Ehmed Melek berpirsê Rêxistina Hewlêrê gotinek pêşkêşkir û têde ser kar û têkoşîna Barzaniyê nemir û herwiha berdewamiyê ser xebata wî bi şopînin…

 

Hêjaya were gotin ku dîroka gelê kurd de gelek destanên berxwedan û mêrxasî û qehremanî û şoreşgeriyê hatine tomar kirin, ku ne bi tenê di dîroka kurdî de, lê belê di dîroka cîhanê de cihê xwe girtiye bi rêberiya bavê netewya miletê kurd Mela Mistefa Barzanî.

 

Û tê zanîn ku di sala” 1979″ an de, ji bo nexweşiya penceşêrê li nexweşxana Corc tawn, koça dawî kir,

Û herwiha Barzaniyê nemir bi hizir û ramanên xwe gelek xebat û şer û Canfidayî di pirsa kurdî û mafên Kurdistanê de, di kir.

Barzaniyê nemir her wê di dilê kurdan de bi mîne…

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport … Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.