Encûmena xwecihî ya bajarê Til Temir û ya Ebû Rasên yên bi ser ENKSê ve,li bajarê Til Temir di roja Şemiyê 25.2.2023an de,bi beşdarbûna hemû endaman civîna asayî lidarxistin.
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir û li ser giyanên pakrewanên erdhejê yên Kurdistana Sûrî Tirkî û bi taybet yên herêmên Kurdî Efrîn û Cendêris rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê hatin nîqaşkirin.
Di rewşa siyasî de: pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin
Di rewşa rêxistinî de, biryara Emîndariya Giştî ya ji bo bîranîna bûyerên meha Adarê ku bi bîranîna çil û çaremîn salvegera koça dawî ya rêberê nemirê gelê Kurd, Barzanî ku yekê Avdarê dest pê dike, hate gotûbêjkirin.
Di dawiya civînê de spasî û pêzanînên xwe ji bo pêşkêşkirina Herêma Kurdistanê bi serpereştiya cenabê Serok Mesûd Barzanî û bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di warê alîkarî û keresteyên alîkariyê bo navçeyên erdhejê bi taybet Efrînê û Cendêris pêşkêş kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah