Roja şemiyê 21ê çileyê 2023an salvegera 8emîn ser şehîdbûna pêşmerge ” Nêçîrvan Eta Mihemed ” ve derbas dibe .
ku di encama şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistina terorîst a Daîşê li gundê wanikê yê bi ser qezaya Til Kêf li Eskê Mûslê li Herêma kurdistanê de jiyana xwe ji dest da …
Û herwiha hêjaya were gotin ku hêzên pêşmergeyên leşkerê Roj ku pakrewan Nêçîrvan yek ji Endamê wê bû , ji dema damezrandina wê ta niha hejmarên mezin ji şehîd û birîndar daye ji bo parastina xaka Kurdistanê …
Û herwiha hin zaniyarî ser dîroka şehîdê pêşmerge ” ” Nêçîrvan Eta Mihemed”….
– Nav : Nêçîrvan Eta Mihemed
– Pile: pêşmerge
– Ji dayîk bûnê: Girkê Legê
– Dîroka şehîdbûnê: 21/1/2015 Eskê Mûsilê.
Û tê zanîn ku şehîdê pêşmerge ” Nêçîrvan Eta Mihemed ” ji daykbûna sala 1992 an li bajarê Girkê Legê û ji dema damezrandina Leşkerê Roj tevlî nava refên pêşmerge bû ..
Û Hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bi qehremaniya xwe di rûbirûbûna rêxistinên terorîst yên Daîşê de dikarîbûn destkeftên zêde bi dest bixin û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka qehremaniyê de binvîsin …
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî