Roja şemiyê 14ê Çileya 2023an, Tevgera Ciwanên Demoqrat civîna xwe ya asayî li ofîsa partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya li bajarê Qamişlo li darxist û bi amadebûna piraniya endaman..
Di destpêkê de xuleke bêdeng li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir rawestiyan..
Û di naveroka vê civînê de mijar û babetên siyasî û rêxistinê hatin gengeşekirin..
Û piştre M,Hemza Ismaîl hevrêzê giştî yê tevgerê dawiyên pêşhateyên siyasî li ser qada Sûriyê û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê behiskir..
Û ji rexekî din ve M,Cunêd Seyd bi awayekî berfereh behsa rola tevgerê û ciwanan di nava cemawer û encûmena Niştimaniya kurd de ,û bi taybetî di vê qonaxa hestiyar de ku milet têde derbas dibin li kurdistana Sûriyê de anî ziman..
Û di dawiyê beşdaran nêrîn û pêşinyarên xwe bi zelalî danaxuyakirin derbarê pêşxistina karê tevgerê de…
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî