المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandeke rêxistina Laleşê ya PDK-Sê serdana rêveberiya kampa Berdereş kir..

0 89

Şandeke ji rêxistina Laleşê ya PDK-Sê serdana rêveberiya kampa Bardereş kir ,di roja pêncşemê 5 Çileya 2023an de, bi serokatiya endamên Komîteya Navendî M, Hiyam Ebdulrehman Mihemed û Hoşeng Semkemûr serdana rêveberiya Barderaşê kirin, kampa penaberên Kurdên Sûriyê li Duhokê.

Ji aliyê rêveberê kampê Delal Ebdulkerîm Tahir ve hatin pêşwazîkirin ,û di hevdîtinê de behsa rewş û derdên penaberan kirin û pêwîstiya hemahengiya di navbera her du aliyan de ji bo hêsankirina karûbarên wan û karkirina bi cidî ji bo peydakirina çareseriyan,û xizmetên pêwîst ji bo penaberên li kampê.

 

Şandeyê her wiha serdana rêveberiya Asayîşê jî kir û ji aliyê Salim Hisên Mezûrî ve hatin pêşwazîkirin.

 

Her du aliyan rewşa penaberan di hemû waran de û pêwîstiya hewlên bênavber û çareseriyên guncaw ku xizmeta penaberên gelê Kurd li kampê bike gotûbêj kirin…..

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.