Roja sêşemê 3/1/2022 an ,Şandek ji Yekîtiya jinên kurdistan-Sûriya şaxê Girgê Legê û ÇilAxa ve,serdana ofîsa partiya Yekîtî kurdistanî -Sûriya li bajarê Girgê Legê kir bi boneya bi dawîkirina kongirê we yên 9 an …
Û ev şanda pêk hat ji hejmarek ji endamên
Yekîtiya jinê û ji aliyê M,Sebah ve hatin pêşwazîkirin..
Û di vê serdanê de şanda Yekîtiya jinên kurdistan-Sûriya pîrozbahiyeke germ arasteyî wê partiyê kir ser serkeftina li darxistina kongirê wan yên 9an û ji rexekî din ve hêviya pêşxistinê di kar û xebata partî di xizmeta doza gelê kurd de xwestin…
Û ji aliyê xwe ve Xanim” Zekiya Elî” serkirda di Yekîtiya jinê de behsa pêşhateyên dawî yên herêmên kurdî têde derbas dibin li kurdistana Sûriyê û li ser rola jinê jî anî ziman…
Û herwiha hêjaya were gotin ku di rojên 23û 24 ê Berçilya 2022an, partiya Yekîtî kurdistanî -Sûriya kongirê xwe yê 9an li bajarê Qamişlo li darxist …
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî