Roja şemiyê 17 berçileya 2022an, partiya Yekîtiya Demoqratî kurdistanî li ofîsa xwe ya li bajarê Qamişlo roja Alaya kurdistanî vejand..
Û ev yek bi amadebûna hejmarek ji kesayetiyên siyasî û civakî û nivîskar û rewşenbîr û herwiha rêxistinên jinan..
Di destpêkê xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Û di vê şevbuhêrkê de M,Fesla Yûsif ” sekirtêra partiya Yekîtiya Demoqiratî kurdistanî û endama desteya serokatiya ENKSê gotinek pêşkêşkir û têde pîrozbahiyeke germ arasteyî hemû miletê kurd kir bi helkeftina roja alaya kurdistanî ,û piştre bi awayekî berfereh ser giringiya vê roja dîrokî kir ,û herwiha behiskir ku ev alaya kurdistanî her wê bimîne berz û bilind li ezmanên her çar parçeyên kurdistanê û bibe sembola berxwedan û kurdayetiyê…
Û herwiha hunermendê kurd “Se’ed Ferso” hat xelatkirin wek rêzgirtinek ser kar û xebata wî di warê Music û filklora kurdî de …
Û di dawiya vê şevbuhêrkê çend stran ji aliyê hunermend “Ferso”û koma Mîtan ya filklorî ve hatin pêşkêşkirin..
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî