المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI KOLNÊ SEMÎNAREK DIYALOGÊ LI SER KURDÊN MISILMAN Û ÊZÎDIYAN HAT LIDARXISTI.

0 59

Li ser vexwendina Rêxistina Kombûna Kurdên Ewropayê, di roja Yekşemê 11.12.2022’an de,Semînarek li ser Kurdên Misilman û Êzidî û feraseta dîrokî ya jiyana hevbeş a pêşerojê li Kolnê hat lidarxistin.

Herwiha semînar ji aliyê lêkolîner û doktorê kurdê Êzîdî Esker Bûyîk û Dr.Şêx Mihemed Mirşid Elxeznewî ve hat pêşkêşkirin.

Di semînarê de, nûnerên partiyên Kurdistanî, nûnerên birayên Êzîdî, nûnerên saziyên sivîl, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, helbestvan, akademîsyen, lêkolîner û hin kesên ji Alman û neteweyên cuda bi olan re eleqedar bûn, amade bûn.

Herwiha di semînarê de,diyalog çêbû û pirs û mudaxele bi mêvanan re hatin kirin û bi vî awayî semînar dewlemend bû.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.