Şandeke Desteya Danûstandinan a Sûriyê bi nûnerê navdewletî yê Sûriyê re Gîrî Bîdersûn piştî ku ji Şamê vegeriya, li Cenêvê civiya.
Herwiha hevdîtin li ser rewşa Sûriyê, pêvajoya siyasî, girtî û wendayên li Sûriyê, kirîza aborî, mijara penaberan û alîkariya mirovî ya bi rêya deriyên sînor hatin axaftin.
Herwiha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di civînê de, ji aliyê endamê desteya danûstandinan a Sûriyê birêz Ibrahîm Biro ve hat temsîlkirin (Nimandin).
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah