المجلس الوطني الكوردي في سوريا

WEZARETA DERVE YA FRENSA ÊRÎŞÊN ÎRANÊ YÊN LI SER HERÊMA KURDISTANÊ ŞERMEZAR KIR.

0 162

Wezareta Derve ya Fransa îro roja Duşemê êrîşên Îranê yên li ser xaka Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Wezareta Derve ya Fransa di daxuyaniyekê de ragihand: #Fransa êrîşên nû yên Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike, ku di encamê de ziyanên mirovî hebûn”.

Herwiha tekez kir “ku ev êrîş binpêkirina serweriya Iraqê û yasayên navdewletî ye û metirsî li ser aramiya Iraq û navçeyê ye û divê rê li van kiryaran bê girtin”.

Herwiha daxuyaniyê tekez kir:”Fransa hemû binpêkirinên serweriya Iraqê şermezar dike û daxwaza rêzgirtina li serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê bike û di vî warî de dilgiraniya xwe ji bo aramiya Herêma Kurdistanê tekez dike”.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.