PDK-Sê salvegera 26emîn a koçkirina her du Xebatkarên kurd ” Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif ” bi bîr anî.
Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya, roja pêncşemê 3ê mijdara 2022an ″an, salvegera 26emîn a koçbarkirina her du Xebatkarên kurd ” Kemal Ehmed Derwîş” û Şêxmûs Yûsif ” bi bîr anîn bi serdana gora wan li goristana ” Qidûrbek ” li bajarê Qamişlo ..
Û ev yek bi beşdarbûna M,Siud Elmela “Sekirtêrê partiya PDK-Sê û serokê encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya, û herwiha hejmarek ji serkirdayet û endam û Alîgirên Partî û encûmena niştîmanî û herwiha rêxistinên sivîl…
Û di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan ser giyanê her du pakrewanên kurd û hemû pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir …
Û piştre bi boneya salvegera 26emîn ser koçbarkirina her du Xebatkarên kurd M, ” Siûd Elmela ” serokê Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriya ; gotinek pêşkêş kir û têde kar û têkoşîn û xebata her du pakrewanan anî ziman…
Û herwiha tê zanîn ku her du Xebatkarên kurd “Kemal Ehmed Derwîş ” Emîndarê giştî yê berê ya partiya Demokrata kurd li Sûriyê Elpartî , û herwiha xebatkar “Şêxmûs Yûsif “, endamê ofîsa Siyasî ya partiya Çep ,
kesayetên xebatkar têkoşer bûn bi netewayî û niştîmanperweriya xwe di hatin naskirin û bi kar û xebata xwe dikirin ji bo doza Azadiya mafê gelê kurd li Kurdistana Sûriyê ku bigihêje mafê xwe yê rewa .
Û herwiha hêjayê gotinê ku her du têkoşerên kurd xwedan roleke taybet bûn di tevgera siyasî û kurdî de , karê wan di ber xizmet û berjewendiya gelê kurd herdem berdewam bû .
Û herwiha tê zanîn ku di roja “3 “mijdara sala” 1996 “an , her du Xebatkar çûbûn Hesekê ji bo Karekî û xebatekê ji Gelê kurd re bikin lê ew rastî bûyereke tirafîkê bûn li ser rêya Hesekê, û di encama vê bûyerê de Jiyana xwe ji dest dan û bi merasîmeke geş ji aliyê milet û partiyên siyasî ve li goristana ( Qidûrbek), li Qamişlo bi axê hatin spartin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî