Friday, November 7, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA EBÛ RASÊN YA ASAYÎ.

October 29, 2022
in Uncategorized
0
0
PARVEKIRIN
195
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Encûmena xwecihî ya bajarê Ebû Rasên ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwecihiya Til Temir di roja Îniyê 28.10.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin ji aliyê birêz Mihemed Şêx Beşîr serokê xwecihiyê ve û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Di derbarê naveroka civînê de,Serokê xwecihiya Ebû Rasên birêz Mihemed Şêx Beşîr ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

 

“Em wek xwecihiya Ebû Rasên ya bi ser ENKSê ve,di roja Îniyê 28.10.2022an de,me civîna xwe ya asayî li navenda xwecihiya Til Temir lidarxist.Û mijarnî giring hatin gengeşe kirin”.

Herwiha Şêx Beşîr got:” Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

Û piştre xwecihiyê behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên di qada siyasî ya Sûriyê de kir.

Tiştê ku herêm tê re derbas dibe di warê pêşhatên navdewletî û navçeyî û şopandina hemû rewşa Sûriyê û gefa Tirkiyê ya şer û dagîrkirina navçeyên din ên Kurdistana Sûriyê”.

Herwiha serokê xwecihiyê got:

” Civat bi awayekî berfireh,rawestiya li ser liv û tevgera rewşa Zirganê ji aliyê kêmbûna xizmetwarî û tinebûna pêdiviyên bingehîn û yên pêwîst ji bo jiyana rojane û di nav de,li ser rewşa ewlehî jî hat gengeşe kirin”.

Herwiha serokê xwecihiyê got:

“Di civînê de sedemên koçberiya berdewam a nifşê ciwan û sedemên wê ji Kurdistana Sûriyê ber bi welatên Ewropî ve, hatin gotûbêjkirin”.

Herwiha di civînê de,çend mijar hatin gengeşekirin, ew jî:

-Yazdehemîn salvegera damezrandina Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê.

-Serdana nûnerê Bilind ê Wezareta Derve ya Amerîkayê Nîkolas Giranger

navenda ENKSê li bajarê Qamişlo û bi Serokatiya wê re civiya.

-Îrîşa çekdarên Tehrîr Şam (Cebhete Enesra) li ser herêma Efrînê / encamên wê yên talankirin, koçberkirin û kuştina sivîlan.

-Êrîşa Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve, li ser baregeha Neteweyên Yekbûyî û mala xanim Fesla Yûsif û mala birêz Mehmûd Ocê.

-Sêyemîn salvegera êrîşkirina dewleta Tirk li ser Serê kaniyê û Girê Spî.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA TIL TEMIR YA BI SER ENKSÊ VE

Nivîsa Paşîn

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA AMÛDÊ YA ASAYÎ.

Nivîsa Paşîn
NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA AMÛDÊ YA ASAYÎ.

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA AMÛDÊ YA ASAYÎ.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne