المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Duhok: Şepêla pêşeroja kurdî li Sûriyê Semînarek li darxist bi boneya 11emîn salvegera terorkirina xebatkar ” Mişel Temo…

0 92

Şepêla pêşeroja kurdî li Sûriyê ,îro roja pêncşemê 6ê Cotmeha 2022an, bi boneya 11emîn terorkirina xebatkar ” Mişel Temo ” li Duhokê Semînarek li darxist ..

Û ev yek bi amadebûna M,Mihemed Zekî” endamê komîteya navendî ya PGKê..

Û herwiha ev Semînar ji aliyê M,Fadî Mirê” serokê ofîsa pêwendiyên giştî ya Şepêla pêşeroja kurdî li Sûriyê ve bi rêva çû..

Û di Semînarê de bi giştî derbarê rol û xebata Mişel Temo di tevgera siyasî û kurdî de behiskir..

 

Û Herwiha M,Mihemed Zekî” endamê komîteya navendî ya partiya Gel bi giştî li ser rewşa Sûriyê û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê behiskir..

Û tê zanîn ku Mişel Temû ” :

Di salên 90 de Mişel Temo”  dest karê siyasî kir , ku di destpêkê tevlî nava refên Partiya Yekîtiya Gel a Kurdî bû, û pist salan kar di wê partiyê de kir..

 

Di sala 1999 an de , Mişel Temo ” bi çend çalakvanan re komîteyên vejandina civaka sivîl li Sûriyê û Platforma Celadet Bedirxan a rewşenbîrî jî damezrandin..

 

Di sala 2005an de, û piştî serhildana Qamişlo xebatkar” Mişel Temo ” Partiya Şepêla paşeroj a kurd li Sûriyê damezrandin..

 

Xebatkar ” Mişel Temo ” ji ber çalakiyên wî yên rewşenbîrî û siyasî di 15 ê Tebaxa sala 2008 an de, ji aliyê rêjîma Esed ve hat girtin , û di destpêka şoreşa Sûriyê de û piştî ku xwepêşandan li dijî rêjîma Esed derketin di hezêran 2011an de, xebatkar ” Mişel Temo ” ji zindanê rêjîmê serbest hate berdan .

 

Û piştî serbest berdana wî ” Pakrewan ” Mişel Temo ” tevlî Şoreşa Sûriyê bû û bo endam di Encûmena Niştîmaniya kurdî li Sûriya, ..

 

Û di 8ê Êlûna Sala 2011an de , Mişel Temo ” rastî hewleke kuştinê hat, lê di roja 7ê Cotmeha 2011an, careke din Xebatkar Mişel Temo ” rastî êrîşeke kuştinê hat, di dema ku Mişel û hin hevalên xwe li Maleke li bajarê Qamişlo bûn , ku 4 kesên nenas êrîşî wê malê kirin, û Mişel kuştin, herwiha kurê wî û çalakvana kurd ” Zahîda Reşkêlo birîndar kirin..

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo….Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.