Thursday, November 6, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

AMÛDÊ: HEMÎD MERWAN ÎDÊ SERBEST HAT BERDAN JI ALIYÊ ÇEKDARÊN BI SER PYDê VE.

October 5, 2022
in Uncategorized
0
0
PARVEKIRIN
169
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Di roja Duşemê 3.10.2022’an de,Hemîd Merwan Îdê,endamê Partiya Yekîtî ya Kurdistanî-Sûriyê, kurê birêz Merwan Îdê endamê komîta siyasî ya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriyê piştî zêdetirî sê mehan ji girtina wî ji aliyê çekdarên bi ser PYDê ve, serbest hat berdan.

Wek tê zanîn gelek hewildan û çalakî jî hatin kirin û hin çalakî jî hatibûn destnîşan kirin di demên bê de, bi taybet li ser malperên civakî ji bo serbest berdana Hemîd Merwan Îdê.

Bi taybet pîştî ku ragihandina Hemîd ji roja Çarşemê 21.9.2022an dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kir û heta serbestberdana xwe yan jî jiyana xwe ji dest bide.

Yek ji wan çalakiya bangewaziya ku birêz Merwan Îdê endamê komîta siyasî ya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriyê û malbata Hemîd Îdê li ser rûpela xwe ya Fêyisbokê di roja çarşemê 21.9.2022an de belav kiribû di derbarê girtina kurê xwe Hemîd Îdê de.

Ev naveroka bangewaziyê ye .

Bange ji bav û malbata Hemîd Îdê.

Ji bo hemû kesên xwedî wijdan di nava gelê me de û ji bo hemû kesên ku bi êş û azarên me yên piştî hewldana kuştina Hemîd Îdê û girtina wî ji aliyê dezgehên ewlekarî yên bi ser PYDê ve .

Ji hemû rêxistinên mafên mirovan re, piştî sed roj ji girtina xortê Hemîd Îdê û du sal zîndankirina wî bi awayekî neqanûnî lê birîne.

Û bêyî ku li pêşberî dadgehan were derxistin, û mafê wî heye ku parêzerek destnîşan bike da ku wî biparêze û wî agahdar bike ji nebûna mafê wî re jî ji bo îtîrazkirina biryara xwe.

Hemîd ji roja Çarşemê 21.9.2022an dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kir û heta serbestberdana xwe yan jî jiyana xwe ji dest bide.

Her wiha birêz Merwan Îdê di dawiya bangê de wiha gotiye.

Em hêvîdar in ku hûn hemû dengê me bigihînin hemû saziyên navneteweyî yên bi mafên mirovan re eleqedar in.

Wek tê zanîn ku zêdetirî sê mehan bi ser revandina birêz Hemîd Merwan Îdê re derbas bibû, ku ji 12ê Pûşbera 2022an ve li bajarê Amûdê yê Kurdistana Sûriyê hatibû revandin ji aliyê komên Çekdar yên bi ser PYDê ve û di roja Duşemê 3.10.2022’an de,serbest hat berdan

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

6 SAL LI SER TEQÎNA HOLA SENABIL RE DERBAS DIBE

Nivîsa Paşîn

SEKRETÊRÊ “YEKÎTÎ KURDISTANΔ:WAŞINTON JI BO SERKEFTINA DANÛSTANDINÊN KURDÎ ZEXT NEKIRIYE.

Nivîsa Paşîn
SILÊMAN OSO LI SER BIRYARA PYDê YA GIRTINA DIBISTANÊN TAYBET WIHA GOT:”PERWERDE MIJAREKE BINGEHÎN Û NAKOK BÛ DI NAVBERA ENKSê Û PYDê DE DI DANÛSTANDINAN DE.﷼

SEKRETÊRÊ "YEKÎTÎ KURDISTANÎ":WAŞINTON JI BO SERKEFTINA DANÛSTANDINÊN KURDÎ ZEXT NEKIRIYE.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne