Rêxistina Kewirgoskê ya bi ser Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ve, roja sêşemê 16ê Tebaxa 2022an, li hola Rojava li kampê semînerk siyasî li darxist bi amadebûna Dr, Ebdulhekîm Beşar endamê ofîsa siyasî û cîgirê serokê Itîlafa Niştîmaniya ya opozisyona Sûriyê û endamê komîteya navendî û berpirsê rêxistina Kewirgoskê ya PDK-S ê Birêz, Serhan Hesen, û hejmarek ji endamên komîteya herêmî û endam û kadiroyên partî …
Û ev semîner ji aliyê Dr, Ebdulhekîm Beşar, endamê ofîsa siyasî ya PDK-Sê û cîgirê serokê Itîlafa Niştîmanî ya opozisyona Sûriyê ve bi rêva çû…
Û Di destpêkê de Birêz, Fêsel bi xêrhatina hemû beşdaran kir û piştre xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Û di naveroka vê semînerê de Dr,Ebdulhekîm Beşar, rewşa siyasî bi awayekî giştî gotûbêjkir ..
Û herwiha derbarê bûyer û pêşveçûnên herî dawî yên Siyasî ser qada Sûriyê û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê anî ziman..
Û di dawiya semînerê de beşdaran pirsên xwe diyarkirin û bi zelalî ji aliyê Dr, Ebdulhekîm Beşar ve persiva wan hate kirin…
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî