SEROKÊ OFÎSA TÊKILYÊN GIŞTÎ YÊ ŞEPÊLA PÊŞEROJ A KURDÎ LI SÛRIYÊ SERDANA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ KIR.
Di roja Duşemê 18.7.2022an de, birêz Fadî Merî serokê Nivîsgeha Pêwendiyên Giştî yê Şepêla Pêşeroj A Kurdî li Sûriyê û endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî serdana nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.Û ji aliyê serok û endamên nûnertiyê ve, hat pêşwazîkirin.
Herwiha di vê serdanê de,rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û rewşa kurdî bi taybetî hat gotûbêjkirin.
Herwiha pêşhatên dawî yên derbarê lidarxistina kongireya çarem a Encûmenê û guhertinên herî girîng di pêkhate û rênîşandana Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê hatin gotûbêjkirin.
Jêder:Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah