Friday, August 1, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

SEROKÊ ENKSÊ LI QAMIŞLO BI ENCÛMENÊN XWECIHÎ RE CIVIYA.

July 5, 2022
in Breaking news, Nûçe, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
275
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Nivîsgeha Karûbarên Encûmenên Xwecihî bi serokatiya birêz Mihsin Tahir bi amadebûna Serokê ENKSê birêz Si’ûd Elmele û serokên encûmenên xwecihî yên gerîngeha rojhilat û rojava li bajarê Qamişlo li Kurdistana Sûriyê civîna xwe li dar xist.

Herwiha bi amadebûna xanim Nadiya Dogo, mamoste Mehmûd Hac Elî, Zibêr Mûsa û Ferhad Şêxo,endamên ofîsa karûbarên encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve.

Herwiha Civînê di heyama du rojên li pey hev de bi deqeyek bêdeng ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de, Barzaniyê nemir dest pê dikir.

Herwiha M.Mihsin Tahir Serokê Ofîsa Encûmenên Xwecihî li ser navê amadebûyan bixêrhatina Serokê Encûmenê birêz Si’ûd Elmele kir û derfet da wî ku li ser geşedanên dawîn û bûyerên siyasî û meydanî yên ku di herêm û cîhanê de,biaxive.

Herwiha birêz Si’ûd Elmele behsa naveroka civîna partiyên Encûmenê li gel cenabê Serok Mesûd Barzanî ya vê dawiyê li Hewlêrê kir û behsa çawaniya pêşxistin û nûjenkirina Encûmena Niştimanî û aktîvkirina ofîsên wê di derbarê konfiransê wê de,yê ku dê di dema pêş de bê lidarxistin kir.

Di derbarê mijara siyasî de, jî serokê ENKSê behsa dawîn pêşhatên siyasî li qada navdewletî û herêmî kir û guhdarî destêwerdanên amadebûyan û pirsên wan kir derbarê çawaniya pêşdebirina encûmenê û aktîvkirina karê wê.

Di dawiya civînê de birêz Mihsin Tahir berpirsê ofîsa karûbarên encûmenan spasiya Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Si’ûd Elmele ya ji bo beşdarbûna civînê kir.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

Rêxistina Duhokê serdanda malbata Şehîd Şêx Henan Şêx Hesen kir…

Nivîsa Paşîn

NAVEROKA CIVATA ASAYÎ YA HEVRÊZIYA GIŞTÎ YA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ LI SÛRIYA

Nivîsa Paşîn
NAVEROKA CIVATA ASAYÎ YA HEVRÊZIYA GIŞTÎ YA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ LI SÛRIYA

NAVEROKA CIVATA ASAYÎ YA HEVRÊZIYA GIŞTÎ YA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ LI SÛRIYA

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne