Rêxistina Girkê Legê ya Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, îro roja sêşemê 14ê pûşberê ,65emîn salvegera damezrandina partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya vejand ev yek bi amadebûna hejmarek ji cemawer, endam û serkirdeyên partî û encûmena niştîmanî û rêxistinên jinan û tevgerên ciwanan…
Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Û piştre gotina partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ji aliyê M,Hisên Silêman ” endamê komîteya navendî ya partî ve hate pêşkêşkirin .
Û gotina Encûmena niştîmaniya kurd li Sûriya ji aliyê M, Ebdulezîz Hisên ” ve hate pêşkêşkirin…
Hêjaya were gotin ku 65 sal kar û xebata partî berdewam e li ser rêça Barzaniyê nemir û kurdayetiyê ta gihiştina kurdan mafên xwe yên rewa li kurdistana Sûriyê …
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî