Encûmena xwecihiya Şehîd Nesredîn Berhik a bi ser ENKSê ve ,civîna xwe ya normal li darxist û ev yek bi amadebûna piraniya endaman..
Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Û piştre rapora ofîsa karûbarên encûmenên xwecihiyan hate xwendin û şîrovekirin..
Herwiha di civatê de babet û xalên giring derbarê rewşa siyasî û rêxistinî gengeşekirin..
Û bi firehî li ser rewşa rêxistinî ya xwecihiyê û çawaniya aktîvkirina rola wê di vê civatê de anîn ziman..
Di civatê de ser rewşa siyasî û pêşveçûnên herî dawî li ser qada Sûriyê bi giştî û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê behiskirin.
û herwiha amadebûyan di civînê de li ser gefên dewlata Tirk a dagirker ku êrîşî herêmên din ên kurdistana Sûriyê bike axifîn …
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî