Thursday, July 31, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

HESEKÊ: RÊXISTINA HESKÊ YA PDKSÊ SALVEGERA 10EMÎN YA TÊKOŞER EBDURIHMAN ALÛCÎ VEJANDIN.

May 25, 2022
in Breaking news, Çalakî, Nûçe, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
282
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Rêxistina Hesekê ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê dehemîn salvegera koça dawî ya têkoşer Dr.Ebdurihman Alûcî Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê bi bîr anî.

Bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û çalakiyên civakî yên kurdî û endamên encûmenên xwecihî yên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Hesekê,di roja sêşemê 24.5.2022’an de, serdana gora têkoşer Ebdurihman Alûcî kirin û qevdên gulan danîn ser gora wî.

Piştî bixêrhatinê, amadebûyan deqeyek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd,Kurdistanê, Barzaniyê nemir û nemir Dr.

Ebduirihman Alûcî rawestiyan.

Herwiha Merasîma bîranînê bi kurte axaftinek li ser jiyana wî, ji aliyê endamê Encumena Herêmî ya PDKSê Dr.Barzan Silêman dest pê kir.

Silêman di axaftina xwe de bi xebata wî ya çandî û wêjeyî ve, mijûl bû û bû mînaka rewşenbîrekî ku bi doza gelê xwe re dilsoz bû.

Herwiha axaftina Encûmena Niştimanî ya Kurdî, ji aliyê birêz Elî Dawid, endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ve, hat pêşkêşkirin, tekezî li ser xebat û exlaqê wî û taybetmendiya wî li bajarê Hesekê, bi taybetî Taxa miftî kir.

Gotina Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya ji aliyê Mamoste Beşar Emîn endamê ofîsa Siyasî ya PDKSê ve, hat pêşkêşkirin, behsa tevlêbûna têkoşer Ebdurihman Alûcî û pêwendiya wî bi tevgera Kurdî li Sûriyê ji zarokatiya wî de kir û tevî hemû rewş û fişarên emnî, wî berdewam kir. heta kêliya dawî ji jiyana xwe.

Axaftina malbata têkoşer ji aliyê

Dr.Hesen Alûcî ve hat pêşkêş kirin û spasî û spasiya xwe ji bo bîranîna 10emîn salvegera dawî ya koca bavê xwe anî ziman.

Herwiha ev bone bi gotina Dr.Barzan Silêman li ser peywendiya bi Dr.Alûcî û xebata civakî li bajarê Hesekê û rêzgirtina pêkhateyên curbicur ên bajêr ji kesayetiya Dr.Alûcî re bi dawî hat.

Hêjayî gotinê ye ku Dr.Ebdurihman Alûcî di sala 1950’î de, li bajarê Amûdê ji dayîk bûye, dibistanên seretayî û navîn di dibistanên wê de xwendiye, piştre berê xwe dide bajarê Hesekê û xwendina xwe ya bekeloriya zanistî temam dike.Û derbasî zanîngeha wêjeyî û Zanistên mirovî – zanîngeha Şamê,dibe. û di sala 1972an de, bi dawî dike.

Di sala 1988an de, bawernameya dektoraya fexrî ji zanîngeha Tîrîza Ermenîstanê wergirtiye.

Di sala 1968an de, tevlî refên tevgera Kurdî bû, û di postên partî de, cih girt ta ku di sala 2007an de weke sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê hat hilbijartin.

Dr.Alucî di 25ê Gulana 2012an de, li nexweşxaneyên Hawlêrê paytexta Herêma Kurdistana Iraqê di encama nexweşiyek giran de, koça dawî kir û termê wî yê nemir ji bo bajarê Hesekê hate veguhestin û li wir hat veşartin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

LI KURDISTANA SÛRIYÊ JI BER KÊMBÛNA BARANÊ ÇANDINÎ TÊKÇÛN .

Nivîsa Paşîn

NAVEROKA HEVDÎTINA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ BI NÛNERÊ ENKSÊ DI HEVPEYMANIYÊ DE.

Nivîsa Paşîn
NAVEROKA HEVDÎTINA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ BI NÛNERÊ ENKSÊ DI HEVPEYMANIYÊ DE.

NAVEROKA HEVDÎTINA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ BI NÛNERÊ ENKSÊ DI HEVPEYMANIYÊ DE.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne