NÛNERÊ HEVDÎTINA NIŞTÎMANIYA DÎMOQRAT LI SÛRIYA YÊ HERÊMA KURDISTANÊ SERDANA OFÎSA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ KIR.
Di roja Çarşemê 11.5.2022an de, birêz Salih Cemîl Axa Elmilî endamê Encûmena Giştî ya Hevdîtina Niştimaniya Demoqrat li Sûriyê û nûnerê Hevdîtinê li Kurdistanê û yê pêre Ebdulqadir Mezûrî serdana baregeha Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê li Hewlêrê kir.
Herwiha her du aliyan behsa rewşa giştî ya Sûriyê û rewşa siyasî ya kurdî bi taybetî li ser asta navdewletî û herêmî kirin.
Rêzdar Salih herwiha behsa pêşkêşkirina daxwaza endametiya xwe, wek Hevdîtina Niştimaniya Demoqrat li Sûriyê, ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê re kir, û hêvî xwest ku di zûtirîn dem de daxwaza wan were qebûlkirin, ji ber ku ew xwe beşek ji siyaset û nêzîkbûna Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê dibînin.
Jêder:Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah