Tuesday, November 4, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

Salvegera 48emîn li ser şehîdbûna xebatkara kurd ” Leyla Qasim ” derbas dibe…

May 11, 2022
in Breaking news, Nûçe, Nûçeyên Bilez, Nûçeyên Kurdistanî, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
283
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Pêşmergeya kurd Leyla Qasim yek ji wan keçan bû ku di dîroka siyasî ya Kurdistanê de wekî pêşeng û qehremana şoreşgeriya rêka azadiyê hat naskirin.

Leyla Qasim ji dayîk bûna sala 1952an de, li bajarê Xaniqîn ê başûrê Kurdistanê, û ji malbateke xwedan neteweyî û welatperwerî bû.

Û di sala “1974 ” an de, tevlî nava refên PDKê, bû û herwiha bi awayekî çalak beşdarî Kar û xebatê dibû, û şehîda Leyla peyama serbilindî û berxwedanê bû li hember dijminan.

Û di sala “1970 an de, bi çalakiyên xwe yên siyasî li dijî Hikûmeta Ba’s a faşist rabû, û ji ber vê yekê rastî zordarî û astengiyan dihat.

_Û di sala “1974 ” an de, bajarê” Qeladizê ” bi giranî hat bombarankirin ji aliyê rêjîma Iraqî ve, ku di encamê de gelek xwendevanên kurd şehîd ketin. Piştî vê yekê Rêjîmê êrîş ser bajarê “Helebçeyê” kir, û gelek kesên sivîl û bêguneh hatin kuştin û birindarkirin, û li hember van hovîtiyên rêjîma “Iraqê ” gelek xwendevan û sivîlan berê xwe dan çiyayê Kurdistanê û tevlî hêzên Pêşmergeyan bûn.

Şehîda pêşmerga “Leyla Qasim” di wê baweriyê de bû ku divê xebat ne tenê li çiyayê Kurdistanê bê, lê xebata herî giran, pêwist e di nava cergê dijminan de be.

Û herwiha ji ber Kar û têkoşîna Qasim û çar hevalên wê hatine girtin ji aliyê rêjîma “Iraqî ” ve, û di girîgehê de rastî Îşkence û azarên pir mezin dihatin kirin,

Û navê wan ev bûn :

_ Hesen Heme Reşîd

_ Nerîman Fuad

_ Azad Silêman Mîran

_Cewad Hemewendî.

 

dewlata Iraqî ew wekî terorîst û dijminên dewlata Iraqî re, bi xelkê û raya giştî ya cîhanî re da nasîn.

Û herwiha di yekem serdana malbata wê di girîgehê de Leyla ji wan xwest ku cil û bergên nû jê re bînin di serdana bê de,

Û her malbata wê ev xwestekên wê jê re pêk anîn, û Şehîda Leyla di wê serdanê de hin piskên porê xwe birî û diyarî xwîşka xwe kir, ku bibe bîranîn li ser Kar û xebata wê di ber doza azadîxwaziya gelê kurd.

Û di roja “12 ” Gulana “1974 ” an de, bi destê Hikûmeta Be’s a Iraqî ve, hat bidarvekirin.

Û ji wê rojê û heta niha bû simbola Jina kurd a şervana azadî û rizgariya Kurdistanê.

Û herwiha gelê kurd li hemû perçeyên Kurdistanê Şehîda Leyla Qasim, wekî qehremaniyeke netewayî dibînin, ku îro bi hezaran keçên kurd li ser şopa têkoşer û xebatkar Şehîda pêşmerga Leyla Qasim ku bûye sembola canfîdayî a keç û jinên kurd…

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo….Hêvî Delî

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

SALVEGERA 37EMÎN A PAKREWANKIRINA TÊKOŞER EBDÎ NE’SAN QADIR.

Nivîsa Paşîn

Partiya Yekîtî kurdistanî – Sûriya serdanda Partiya Yekîtiya Demoqrat a Kurdistanî kir

Nivîsa Paşîn
Partiya Yekîtî kurdistanî – Sûriya serdanda Partiya Yekîtiya Demoqrat a Kurdistanî kir

Partiya Yekîtî kurdistanî - Sûriya serdanda Partiya Yekîtiya Demoqrat a Kurdistanî kir

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne