المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ PÊŞWAZIYA KOMEK CIWANÊN KURD ÊN SÛRÎ KIR KU LI BAJARÊ MÛSILÊ HATIBÛN GIRTIN.

0 132

Di roja Yekşemê 8.5.2022’an de, Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li baregeha xwe ya li Hewlêrê pêşwaziya komek xortên kurd ên Sûrî kir ku zêdetirî 2 mehan li bajarê Mûsilê hatibûn girtîn.

Piştî pêşwazî û bixêrhatina wan ji aliyê serok û endamên nûneratiyê, nameyek fermî ji bo dezgehên şareza yên Herêma Kurdistanê hatin pêşkeş kirin ku di dayîna form û niştecihbûnê de û dabînkirina hemû asankariyên wan alîkariya wan bikin.

 

Herwiha Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê spasiya hemû rêxistinên sivîl, xêrxwazî ​​û mafên mirovan kir ku bi mebesta azadkirina wan xortan şopandine.

Hêjayî gotinê ye, ku komek xortên kurd ên sûrî bi rêyên qaçax ji Kurdistana Sûriyê derketin û ji bo derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

Lê zêdetirî 2 mehan li bajarê Mûsilê ji ber koçberiya neyasayî hatibûn girtin û piştre piştî destwerdana çend aliyan bo azadkirina wan hatibûn berdan.

Jêder:Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.