Encûmena xwecihiya Şehîd Nesredîn Berhik a bi ser ENKSê roja çarşema 4ê Gulana 2022an, civîna xwe ya normal li darxist û ev yek bi amadebûna piraniya endaman…
Û di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir…
Û piştre rapora ofîsa karûbarên encûmenên xwecihiyan hate xwendin û şîrovekirin…
Û herwiha di civatê de babet û mijarên giring yên rewşa siyasî rêxistinî gengeşekirin..
Û di civînê de derbarê rewşa siyasî li Sûriyê û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê gotûbêjkirin..
Û her di civatê de ser şerê Rûsiya li Ukraniyê û bandora vê qeyranê li ser cîhanê bi tevahî behiskirin..
Û endaman di civînê de derbarê mijara şewtandina Ofîsên encûmena niştîmaniya kurd li Sûriya û partiyên bi ser wê ve û girtina endam û alîgirên wê rawestiyan….
Ragihandina ENKSê
Qamişlo: Hêvî Delî