المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Kurdistana Sûriyê.. cejna Remazanê hat pîrozkirin…

0 84

Xelkên kurdistana Sûriyê Îro roja duşemê 2ê Gulana 2022an, roja yekem ji cejna Remezanê bi kêf û xweşî pîrozkirin…

 

Û di pîrozkirina cejna Remezana ya 2022an, malbera ENKSê rewşa hemwelatiyan di cejnê de ji nêzîk ve şhopand ..

 

Ku hemwelatiyên bajarê Qamişlo kêfxweşiya bi dilekî germ diyarkirin û wiha gotin ku ji bilî rewşa awarte û qeyrana rewşa aborî ya zehmet ku milet têde derbas dibe li kurdistana Sûriya ew îro bi geşbûn pêşwaziya roja yekem a cejna Remazana pîroz dikin ..

 

Û herwiha ji rexekî din ve hemwelatî cejna Remazanê li hemû miletên misilman pîrozkirin û herwiha pîrozbahiyên germ arasteyî qehremanên kurd û malbatên pakrewanan kirin..

Û her omîd û hêviyên wan ew bûn ku cejneke bi xweşî û aramî derbas dibe bê êş û azaran ….

 

Û her di heman mijarê de cejn bi kêfxweşiya Zarokan geş dibe ji vê yekê Zarokan kêfa xwa danaxuyakirin û bi dilşadî cejna malbat û hevalên xwe pîrozkirin…

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.