Bi boneya 120 saliya roja rojnamegeriya kurdî(22/4/2018), Konê Reş û Derwêşê Xalib panela pênasînê li mal helbestvanê netewî seydayê Cegerxwîn pêk anîn.
Konê Reş bi berfirehî li dor dîroka rojnamegeriya Kurdên Sûriyê axivî, û Derwêşê Xalib li ser komîta fêrbûna zimanê kurdî û belavoka Ziman û kovara Zar axivî.
Herwiha mamosta Konê Reş li ser rûpela xwe ya Fêsbûkê de diyar kir ku ew ê her car panelên yên pênasînê di hewşa mala Seydayê Cegerxwîn de lidar bixînin.
Ragihandina ENKSê