المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TIL TEMIR: OFÎSA XWECIHIYA TIL TEMIR YA BI SER ENKS VE JI ALIYÊ CIWANÊN ŞOREŞGER ÊN BI SER PYDê VE HATE ŞEWITANDIN.

0 213

Komên çekdar ên bi ser PYDê ve, berdewamin bi şewitandina ofîsên ENKSê û Partiyên bi ser wê ve.

Di derbarê vê yekê de,çavkaniyekî xwecihî ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Hûn di zanin ku ev heyva rojiyê ye xelk ji xew radibin ji bo xwarina Sihorê,demjimêr zêdeyî Yek û nîvê şeva borî de,dîrok bibû 21.4.2022’an komên çekdar ên bi ser PYDê ve, deriyê ofîsa xwecihiya bajarê Til Temir ya bi ser ENKSê ve bi zorê vedikin Û molotof û bi benzînê agir pêdixin û hemû alavên ofîsê hatin şewitandin, û piştre xelkên cîranê Ofîsê û endamên xwecihiyê pê dihisin,lê mixabin ta ku dighên cem ofîsê hemû alavên wê tên şewitandin”.

Herwiha Çavkaniyê xwecihî got:

“Pîştî ku agir bi dawî bû Asayîşa bi ser PYDê ve hat û deriyê ofîsê kilît kir û ji serokê xwecihiyê re go divê tu sibê serdana navenda me bike.

Hêjaye gotinê ku ev ne cara yekeme, ku ofîsên ENKSê û partiyên bi ser wê ve tên şewitandin ji aliyê Ciwanên Şoreşger ên bi ser PYDê ve.

Herwiha di heman demê de, serkirdên ENKSê radighandin ku HSDê dikin berpirsiyariya van kiryarên xerab.Ji ber ku ta niha bi erkê xwe yî rasteqîn e ranebûne li hember van binpêkirinên di derheqê endam û alîgirên ENKSê de,ji aliyê Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve.Û dibêjin ev karên xerab nikarin me rawestînin li ser karê kurdayetiyê û piroja netewî kurdî ya ku em wek ENKSê xwe dibînin xwediyê wê”

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.