Tuesday, November 4, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

NAVEROKA HEVDÎTINA DI NAVBERA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê Û ŞANDEKE NÛNERÊN ENKSê DE DI HEVPEYMANIYÊ DE.

April 14, 2022
in Breaking news, Hevdîtin, Nûçe, Raporên Taybet
0
0
PARVEKIRIN
266
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

Di roja Çarşemê 13.4.2022an de,şandeke nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bi serokatiya,

Dr.Ebdulhekîm Beşar Cîgirê Serokê Hevbendiyê û her yek ji birêzan: (Şelal Gedo, Îmad Berho) endamên desteya giştî ne,hevdîtinek bi nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê re li darxistin.

 

Di hevdîtinê de birêz Îbrahîm Biro endamê desteya danustandina Sûriyê û endamê desteya peywendiyên derve ya Encûmena Niştimanî amade bû.

 

Şande li baregeha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Hewlêrê ji aliyê serok û endamên nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê ve hatin pêşwazîkirin.

 

Dr.Ebdilhekîm Beşar, di destpêka civînê de, derbarê gera heftemîn a Komîteya Destûrî ya Sûriyê li Cinêvê, ku tê de behsa çar gotarên ku di gera dawî de hatin pêşkêşkirin, û hewla rêjîmê bi pêşkêşkirina belgeyên xwe yên bihêz, bi navê (dewletê), ku tê de slogan, al, sirûd û dirav,

 

tevî kaxeza civaka sivîl jî li dijî wî (nasnameya dewletê) ,di hewldana wan de ku di nava şanda opozisyonê de nakokiyan derxînin, lê ew bi ser neket, û encamên gera heftem pêşkêş kir, ku tu cudahî ji yên berî xwe dernexistin di warê negihîştina ti xaleke destûrî ya lihevkirî di navbera aliyên danûstandinan de.

 

Herwiha Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî bi hûrgilî behsa bûyer û pêşhatên vê dawiyê yên ku di civîna 61mîn ya civîna desteya giştî ya hevbendiyê de, û civîna awarte ya desteya giştî di 7ê vê mehê de hat lidarxistin, kir. ku ji bo pesendkirina guhertinên yasaya hevbendiyê, û biryarên bidawîkirina endametiya hejmarek ji endamên wê hate terxankirin, û hin alî û hêzên siyasî di nav hevbendiyê de (li ser erdê nema karîgerî û çalakiya wan nemaye), û guhertina nûnerên çar encûmenên parêzgehan (Heleb, Idlib, Reqa û Dêrezorê), li gorî pirtûkên fermî yên ku serokatiya hevpeymaniyê ji serokên van encûmenan gihandiye, di çarçoveya proseyeke çaksaziyê ya berfireh de.Ji heyvekê de.

 

Herwiha endamên desteya giştî nêrîn û çavdêriyên xwe derbarê proseya çaksaziya navxwe ya ku di nava Îtîlafê de pêk hat, çi ji bo bidawîkirina endamtiya hejmarek ji endamên wê, çi jî bidawîkirina hebûna alî û hêzên siyasî, dan. herwiha behsa çawaniya dengdana endamên desteya giştî li ser reşnivîsa dawî ya yasaya hevbendiyê, ku nûnerên hemû pêkhateyên hevpeymaniyê tê de beşdar bûn, û bi piraniya dengan deng li ser hat dan û pesend kirin.

 

Ji aliyê xwe ve endamê desteya danûstandinan a Sûriyê birêz Ibrahîm Biro li ser rewşa desteyê, pêvajoya siyasî li gor biryara jimare 2254 ya Netewên Yekgirtî û gerên komîteya destûrî axivî.

 

Di dawiyê de, gotûbêj hat vekirin û têbînî û destwerdan civîn geştir kir û çend pirs ji aliyê endamên nûneratiyê ve hatin kirin û bersiva wan hat dayîn.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

SALEK LI SER KOÇA DAWÎ YA TÊKOŞER Û SIYASETMEDARÊ MEZIN “ELA’EDÎN HEMAM ” RE DERBAS DIBE.

Nivîsa Paşîn

Dr. Ebdulhekîm Beşar semînerke siyasî bi rê ve bir…

Nivîsa Paşîn
Dr. Ebdulhekîm Beşar semînerke siyasî bi rê ve bir…

Dr. Ebdulhekîm Beşar semînerke siyasî bi rê ve bir...

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne