Roja duşemê 4ê Nîsana 2022an, Şandek ji partiya Demoqrata pêşverû ya kurd li Sûriyê serdanda ofîsa partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya kir..
Roja duşemê 4ê Nîsanê hevdîtinek di navbera PDPKSê Û PDK-Sê li ofîsa PDK-Sê pêk hat….
Û herwiha şanda partiya Demoqrata pêşverû ya kurd li Sûriyê ji Dr,Ehmed Berekat û M,Elî Şemdîn , endamên ofîsa sîyasî û M” Faris Osman endamê komîteya navendî pêk dihat ..
Û ev şanda ji aliyê M,Mihemed Ismaîl berpirsê rêvebir di ofîsa siyasî ya PDK-Sê û endamê desteya serokatiya ENKSê ê, M,Muhsin Tahir endamê ofîsa Siyasî û M,Nafih Ebdellah endamê komîteya navendî ve hatin pêşwazîkirin…
Û di derbarê vê hevdîtinê de her du aliyan mijar û babetên giring ên Siyasî li Sûriyê bi giştî û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê gotûbêjkirin..
Û her di hevdîtinê de her du aliyan ser rewşa tevgera siyasî kurdî gengeşekirin û pewendiyên dualî yên di navbera her du partiyan de anîn ziman..
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî