Wek tê zanîn ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê yên bi navê ” Leşkerê Roj ” tên naskirin, di 12/3/2012an de bi serpirştiya Serok ” Mesûd Barzanî ” hatin damezrandin û li milê pêşmergeyên herêmê re şerên dijwar li dijî rêxistinên terorîst de beşdardibûn da ku milet û xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzên…
Û hêzên pêşmergeyên Leşkerê Roj ji dema damezrandinê ta niha hejmarek mezin ji şehîd û birîndar danîne…
Û herwiha ku di roja 6ê Adara 2014an, pêşmerge “Redwan Ehmed Gewrê” canê xwe ji dest da..
Û herwiha hin zaniyarî ser dîroka şehîdê pêşmerge ” Redwan Ehmed Gewrê ”….
– Nav: Redwan Gewrê.
– Pile: pêşmerge
– Ji dayîk bûnê:sala1972an li bajarê Girgê Legê
– Dîroka şehîdbûnê: 6/3/2014 li navçeya Giwêlan.
Û hêjaye were gotin ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bi qehremaniya xwe di rûbirûbûna rêxistinên terorîst yên Daîşê de dikarîbûn destkeftên zêde bi dest bixin û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka qehremaniyê de binvîsin û ji dema damezrandina wê ta niha hîn pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê leşkerê Roj di kar û xebata xwe ya netewayî û kurdayetî bi armanca parastina milet û sînorê xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzin di sengerên şer de dimînin …
Ragihandina ENKS ê
Qamişlo…Hêvî Delî