XWECIHIYA AMÛDÊ SALVEGERA “43YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ VEJANDIN.
Di roja Sêşemê 1.3.2022an de, bîranîna salvegera 43ê yemin li ser koçkirina dawî ya Barzaniyê nemir hat vejandin, Ji aliyê xwecihiya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li ofîsa Xwecihiyê.
Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr, û nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî , herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan û xwendekaran jî.
Herwiha bi beşdarbûna xelkên herêma bajarê Amûdê û gundewarê wê.
Di destpêkê de,birêz Xelîl Alûcî bi navê encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, bixêrhatina mêvanên beşdar kir.
Piştre xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan
Piştre hin axaftin hatin xwendin di derbarê vê bîranînê de.
gotina ENKSê ji aliyê birêz Mihemed Umer Şêxmûs ve hat xwendin.
gotina ENKSê di derbarê, dîrok û têkoşîna bavê ruhanî yê gelê Kurd Mele Mistefa Barzanî bû.
Herwiha gotina PDKSê ji aliyê mamoste Ferhan Zilfo ve hate pêşkeş kirin,
balkişand li ser rola Barzaniyê nemir û tekoşîna wî ya berdewam di xizmeta gelê Kurd û doza netewî de.
Li ser qurbanîdana Barzaniyê nemir û qonaxên jiyana wî bû
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah