Serok Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Qiyamê xûşk û birayên Xiristiyanî û sersala Babilî û Aşûrî peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de hêvî xwast ku ev helkeft bibe sedema peydakirina biratî, aramî û aştiyê. Herwiha bibe sedama têkşikandina teror û tundûtûjiyê.
Herwiha Serok Barzanî hêvî xwast jî, êş û azara Qiyamê xûşk û birayên Xiristiyanî û pêkhateyên din yên li Iraq û navçê bidawî bibin û hemû alî bi awayekî aştiyane û azadî bi hev re bijînin.