المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI TIRBESPIYÊ XELEKEK GENGEŞEYÊ HATIBÛ LIDARXISTIN.

0 71

Encumena xwecihî li Tirbespiyê, ya girêdayî Encûmena Niştimanî ya Kurd, bi hevkarî ligel Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, di roja Duşemê 28.2.2022an de, xelekek diyalogê li baregeha xwecihiyê li bajarokê Tirbespiyê lidarxist.

Herwiha xeleke bi rêveberiya birêz Ebdulrehîm Mahmûd, serokê xwecihiya Tirbespiyê, bû û bi beşdariya nûnerên partiyan, kesên serbixwe û rewşenbîrên bajêr.

Herwiha Gotûbêj li ser çend xalên girîng bû:

1- Teqîna şoreşa Sûriyê di sala 2011an de, encama faktorên navxweyî yan derve bû, û gelo serhildana Qamişlo ti roleke wê di teqîna vê şoreşê de hebû.

2- Çawa bi geşedana bûyeran re (siyasî – ewlekarî – leşkerî) mijûl bibin û xwendin derbarê veguhertina Sûriyê bo meydaneke navdewletî ya nakokiyan çawa ye?

3-Çawa rola siyasetmedarê kurd di rûbirûbûna van bûyeran de dinirxînin.

Û pêşeroja Sûriyê çawa dibînin?

Herwiha beşdaran nêrînên xwe li ser mijarên ku hatin rojevê, û rêyên pêwîst ji bo garantîkirina mafên gelê me anîn ziman.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.