المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ SERDANA OFÎSA XWECIHIYA TIL TEMIR YA BI SER ENKSÊ VE KIR Û ÊRÎŞKIRINA LI SER WÊ ŞERMEZAR KIR…

0 184

Di roja şemiyê 26.2.2022an de,piştî danê nîvro,şandek ji xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve,serdana ofîsa xwecihiya Til Temir ya bi ser ENKSê ve kir.

Herwiha Şand ji serokê xwecihiyê M.Umer Emo,M.Idrîs Şêx Xelef,M.Elî Fetah û M.Nîzamedîn Elîko ve,pêk hat.

Herwiha şand ji aliyê serokê xwecihiya Til Temir birêz Qasim Ehmed û hemû endamên wê ve,hatin pêşwazî kirin.

Û bi germî bixêr hatina wan kirin.

Herwiha serokê xwecihiya Dirbêsiyê M.Umer Emo,bi navê xwecihiya Dirbêsiyê êrîşkirina li ser ofîsa Til Temir bi tundî şermezar kir û got ev kiryarên xerab dikevin xizmeta berjewendiyên dijminên doza gelê Kurd.

Û ji aliyekî dî ve,mijarên giring ji aliyê her du aliyan ve,hatin gotûbêj kirin.

Di dawiyê de,endamên xwecihiya Til Temir,spasiya xwecihiya Dirbêsiyê kir û kêfxweşiya xwe li ser serdana wan dan diyar kirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.