BIRÛSKA SERSAXIYÊ JI ENCÛMENA XWECIHÎ YA DIRBÊSIYÊ Û GUNDEWARÊ WÊ DERBARÊ KOÇBARKIRINA ” EBDULBAQÎ HAÇ FETAH “
Bi navê Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve.
Malbata AL FETAH a rêzdar.
M.Elî Fetah, nûnerê Tevgera Çaksaziya Kurd -Sûrî di Xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve de. û zariyên wî (Newaf, Mahmûd, Fetah,Elî û Ahmed) yên rêzdar, û hemû xizmên wî û gundê Xatûna.
Bi dilkî xemgîn me nûçeyeke xemgîn bihîst ku Apê we Birêz”Ebdulbaqî Hac Feta “bavê Newaf, koça dawî kir.
Wek tê zanîn bavê Newaf kesayetekî civaknas, Niştimanî, kurdperwer û stûna malbata Al Fetah û Eşîra Semêla ya Kîkan bû û ji malbatek welatparêz û navdar e.
Bi vê bûneya xemgîn, em sersaxiyê ji tevahiya malbata Al Fetah yên hindir û dervî welat re dixwezin.
Û hêvîdarin ji YEZDANÊ gewre û Mîhrbîan wî bi dilovaniya xwe şad bike û bila serê malbatê sax be,û bihne firebûnê û aramiyê bide wan û cihê wî buhişta rengîn be.
Kurdistana Sûrî.
Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve.
(Encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna)
22.2.2022z