المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SIWÊDA: XWEPÊŞANDANÊN LI SIWÊDA BI AWAEKÎ DEMIKÎ HATIN RAWESTANDIN.

0 221

Çavkaniyên ragihandinê, li parêzgeha Siwêda ragihandin ku organîzatorên tevgera gel biryar dan ku xwepêşandanan li dijî xirabûna rewşa jiyanê bi awayekî demkî rawestînin û derfetê bidin rêjîma Sûriyê ku sozên xwe bi cih bîne, û daxuyaniyek belav kir û tê de got ku wan biryar daye ku demek ji bo cîbicîkirina biryarên rewa yên gelê me di nav dewleta yasa û saziyan de, ne dewleta gendelî û xirabker e.”

Û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev nayê wê wateyê ku me tevgera xwe ya gel rawestandiye, em berdewam dikin, lê em ê rê nedin ku ti kes ji bo armanc û mebestên ku em li wan nagerin vê rawestanê ji dest nede, piştî vê heyamê dê li gorî rastiyan lihevkirin pêk were.

Li hêleke din, berpirsekî pilebilind di civata Durzî de daxwaz kir ku mijara rewşa Siwêda di civînên navdewletî de, bê navdewletîkirin ji bo parastina bajêr ji zordariya rêjîmê.

Herwiha Malpera El Siwêda “ANS” ragihand ku Şêx Muwefeq Terif, serokê ruhanî yê civata Durzî, di civînekê de, li gundê Kefir Yasîf yê Filistînê ji bo pêwîstiya komkirina raya giştî ya cîhanê û bilindkirina pirsa çiya bi rêya forumên navneteweyî, bi taybetî li li pêşiya hêzên kar li Sûriyê û Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, ji bo dabînkirina vegera ewlehî û ewlehiyê ji rûniştevanên çiyê re.

Wek tê zanîn di heyama du rojên borî de, rêjîma Sûriyê hêzeke mezin a ewlehiyê şand Siwêda, ku kolan weke gefa bikaranîna hêzê dihat dîtin.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.