المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ -SÛRIYA PÊŞWAZIYA ŞANDEKE XWECIHIYA KORNÎŞ YA BI SER ENKSÊ VE KIR.

0 72

 

Di êvara roja şemiyê ,12.2.2022an de, şandek ji encûmena xwecihî ya Kornîş a bi ser ENKSê ve, serdana ofîsa Tevgera Çaksaziya Kurdî -Sûri li Qamişlo kirin.

Herwiha endamên xwecihiyê ji aliyê Hevrêzê giştî yê Tevgerê M.Fêsel Yûsif û M.Kazim Xelîfê û M.Feyrûşa Ebdurihman endamên ofîsa Cîbicîkar û M.Îsam Ahmed endamê hevrêziya giştî ve, hatin pêşwazîkirin û gotûbêj di navbera her du aliyan de li ser mîkanîzma pêşxistina encûmenê û dîtina çareyan ji bo kêmkirina sistbûna ku di gelek aliyan de heye hate kirin.

Piştî bixêrhatina mêvanan, M Fêsel Yûsif bi berfirehî li ser pêşhatên siyasî yên dawî li ser dîmenên Sûriyê û bi taybetî kurdî axivî.

Herwiha Yûsif,got ku Encumena Kurdî beşek e ji opozisyona Sûriyê, û dê nebe beşek ji rêjîma ku çendîn car kar ji bo bidawîkirina doza kurdî kiriye.

Herwiha Yûsif, tekez kir ku divê doza kurdî bi gelê Sûriyê re were çareserkirin û doza kurdî pirseke niştimanî ye û em li ser pirsa demokrasiya Sûriyê kar dikin û amaje bi wê yekê jî kir ku Partiya Behis partiyeke faşîst e. û ji bo sîyaseta dîktatorîyê li Sûrîyê xebitîye.

Herwiha Yûsif got, ku Encûmena Kurdî her dem destê xwe dirêjî yekkirina helwêstên kurdî kiriye, û em ti carî ji vê pabendiyê dûr naketine, û eve ji bo me bijardeyek stratejîk e û me li ser her du xalên girîng,li hev kiriye, ku nerîna siyasî û lêvegera kurdî.

Di dawiya axaftina xwe de M.Fêsel Yûsif ji şandeyê re, got ku divê em li gel birayên xwe yên neteweyî yên Sûriyeyî hewlên xwe zêde bikin, ji bo dîtina çareseriyekê li Sûriyê, nemaze ku krîza Sûriyê bandoreke neyînî li herêma me kiriye.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.