BIRÛSKA SERSAXIYÊ JI ENCÛMENA XWECIHÎ YA DIRBÊSIYÊ Û GUNDEWARÊ WÊ DERBARÊ KOÇBARKIRINA “EBDULWEHAB HAC ŞÊXMÛS”
Bi navê Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve.
Malbata AL Şêxmûs a rêzdar.
Bi dilkî xemgîn me nûçeyeke xemgîn bihîst ku Birêz”Ebdulwehab Hac Şêxmûs”bavê Eşref, koça dawî kir.
Wek tê zanîn bavê Eşref kesayetekî civaknas, niştimanî,kurdperwer û stûna malbata Al Şêxmûs û Eşîra Kîkan bû û ji malbatek welatparêz û navdar e.
Bi vê bûneya xemgîn, em sersaxiyê ji tevahiya malbata Al Şêxmûs yên hindir û dervî welat re dixwezin.
Û hêvîdarin ji Yezdanê gewre û Mîhrîban wî bi dilovaniya xwe şad bike û bila serê malbatê sax be,û bihne firebûnê û aramiyê bide wan û cihê wî buhişta rengîn be.
Kurdistana Sûrî.
Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve.
(Encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna)
4.2.2022z