المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA DÊRIKÊ YA BI SER ENKSÊ VE CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LIDARXIST Û SEROKATIYEK NÛ HILBIJARTIN.

0 60

Di roja çarşemê 2.2.2022an de, encûmena xwecihî ya bajarê Dêrikê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe li bajarê Dêrikê civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .Û piştre mijarnî rêxistinî û siyasî yên giring gengeşe kirin.Û bi taybet encûmenên şaxan yên bi ser xwecihiyê ve.

Herwiha xwecihî rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî û bi taybet li ser bûyera zindana Xiwêran li Hesekê ya ku piştî êrîşkirina rêxistina DAIŞê ya teror di 20.1.2022an de.

 

Di dawiya civînê de, serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, Ku birêz Elî Ibrahîm,wek serokê encûmena xwecihî li Dêrikê hat hilbijartin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.