المجلس الوطني الكوردي في سوريا

8EMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWAN ” MIŞEL TEMO” JI ALIYÊ ŞEPÊLA PÊŞEROJ HAT VEJANDIN.

0 81

Îro di roja duşemê 7.10.2019an de,salvegera 8emîn li ser koçkirina pakrewan Mîşel Temo li Kurdistana Sûriya li gundê Cinaziyê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve hat vejandin.

Ev yek bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr herwiha bi beşdarbûna encûmenên xwecehî yên bi ser ENKSê ve li herêmê .

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û giyanê pakrewan Mişel Temo bi Sirûda Ey reqîb rawestiyan.

Herwiha gotina xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê hat xwendin ji aliyê mamoste Eşref El-mela.

-Herwiha gotina Şepêlê hat vejandin ji aliyê mamoste Mihemed Şêx Mihemed

,têde spasiya hemû mêvanên beşdar kir û piştre kar û xebata pakrewan Mişel Temo damezirandinê vê Şepêlê  li Sûriya nirxand.

-Herwiha gotina herdu encûmenên xwecehî yên bajarê Hesekê yên bi ser ENKSê ve hat xwendin ji aliyê mamoste Tariq Emînakê.

Ku di axaftina xwe de spasiya hemû mêvanên beşdar û komîta amedekar kir li amedebûna vê roja bi nirx.

Û  bûyerên herî dawî anî ziman di derbarê vê qonaxa hestiyar û rewşa Kurdî bi awayekî zelal anî ziman, û daxwaz kir ji hemû aliyên Kurdî ta zext û fişar bikin li ser tevgera siyasî ji bo yek helwesta Kurdî li Kurdistan Sûriye.

-Herwiha gotina xwecihiya Kobanê jî hat xwendin ji aliyê mamoste Ela El-ehmed.

-Herwiha gotina jina Kurd a azad jî hat xwendin ji aliyê mamosta Cînar Hindo

Herwiha hin helbest jî hebûn û hin gotarên dî hatin xwendin  ji aliyê beşdariyan .

Di derbarê vê yekê mamoste Ebdulhemîd Temo ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman bi navê malbata Temp û got :”Di destpêkê de em spasiya hemû mêvanên beşdar dikin çi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û nûnerên xwecihiyan yên bi ser ENKSê ve û Şepêla pêşeroj a kurdî li Sûriye dikin ,

Em her sal di 7.10 an de em bîranîna Pakrewanê xwe dikin û pakrewan Mîşel ne pakrewanê me wek malbat e lê pakrewanê hemû gelê kurd e,Ji ber vê yekê aliyên kurdî beşdar dibin di bîranîna wî ye xemgîn de”:

Di dawî de, hemû mêvan hatin vexwendin li ser nanê firavînê li mala bavê Mîşel Temo li gundê Cinaziyê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve.

Tê zanîn ku pakrewan Mişel Temo di 7 Cotmeha 2011an li Bajarê Qamişlo hat gulebarankirin li gel Şehîda zindî Zahîde Reşkîlo, û li Gundê xwe hat bi xakspartin..

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.