المجلس الوطني الكوردي في سوريا

76emîn salvegera şehîd Qazî Mihemed hate bibîranîn..

0 71

Roja înê 31/4/2023 an,herdu xwecihiyên ÇilAxa û Girgê Legê ya bi ser ENKSê ve ,û bi hemahengiya rêxistina Girgê Legê ya PDK.S ê ,salvegera 7emîn şehîdbûna Qazî Mihemed çalakiyek li darxist li Hola şehîd Nisredîn Birhik…

 

Û ev yek bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û encûmena Niştimanî û kesayetiyên Nivîskar û rewşenbîrî ..

 

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Piştre gotina ENKSê ,ji aliyê M, Mihemed Şerîf Birhik ve hate pêşkêşkirin..

 

Gotina Encûmena Xwecihiya Girgê Legê ji aliyê serokê Xwecihiyê M,Hisên Ebdulezîz ve hate xwendin..

 

Û gotina partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ji aliyê M,Ebdulkerîm Mihemed endamê ofîsa siyasî ya PDK.S ê hate pêşkêşkirin..

 

Û herwiha di vê çalakiyê de her du komên filklora kurdî ya Zêwa û jiyan ji aliyê Xwecihiya Girgê Legê û ÇilAxa ve hatin xelatkirin..

 

Û partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, herdu xwecihiyên Girgê Legê û ÇilAxa xelatkirin weku rêzgirtinek ser kar û xebata wan re…

 

Û herwiha tê zanîn ku Pêşewa Qazî Mihemed serokomara kurdistanê ya ku di sala “1946” an, hat ragihandin li Rojhilatê kurdistanê, ku Mehebad paytexta wê bû.

 

Pêşewa Qazî Mihemed sala “1901” li bajarê Mehebadê ji dayîk bûye, û yek ji kesayetên xuyabû di dîroka kurdî de û xwedî çandek berfireh bû, û di zimanên Erebî, Fransî, Inglîzî û Rûsî de jî şareza bû.

 

Û herwiha di” 31 ê” Avdara “1947” an de, Pêşewa Qazî Mihemed û çend hevalên xwe ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.